Li Iraqê, di operasyoneke artêşa Iraqî li dijî çeteyên DAIŞ’ê de, leşkerekî Iraqî û 23 çete hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.
Şaneya ragihandina ewlehî ya artêşa Iraqê ragihand ku, Odeya Operasyonên Hevbeş, operasyonek li newala Şay a li Kerkûkê li dijî çeteyên DAIŞ’ê pêk anî.
Şaneyê destnîşan kir ku “di vê operasyonê de, balefirên artêşê û yên koalîsyona navdewletî, şikeftek ku çeteyan xwe tê de asê kiribûn, bombebaran kir.
Di encamê de, leşkerekî wan û 23 çeteyên DAIŞê hatin kuştin.
Her wiha 4 leşker jî birîndar bûn.
Tevî ku ji sala 2017’an de, Iraqê serkeftin li dijî DAIŞ’ê ragihand, lê hîna şaneyên veşartî li herêmên berfireh ên welêt belav dibin û carcaran êrîşan pêk tînin.