Tirkiyê..HDK’ê banga bêalîtiyê li dadgeha destûra bingehîn kir

Li Tirkiyê jî girtî bi metirsiya vîrûsê re hatine hiştin û HDK’ê banga “bêalîtiyê” li Dadgeha Destûra Bingehîn kir.

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) jî, têkildarî rewşa girtîgehan û metirsiya li ser girtiyan ya ji ber belavbûna vîrûsa corona, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, bi qanûna înfazê ya li Tirkiyeyê re hate bicihanîn, cihêkarî li girtiyan hatiye kirin.

Her wiha banga “bêalîtiyê” li Dadgeha Destûra Bingehîn hate kirin û ji rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî jî hate xwestin ku li ber vê qanûnê û binpêkirina pîvana wekheviyê rabin.

Girtiyên nexweş ne derman dikin û ne jî berdidin

Her wiha Girtiyê bi navê Mustafa Koç bi malbata xwe re bi telefonê axivî û behsa binpêkirina mafan kir.

Koç diyar kir bersivê nadin daxwaznameyan û li gel nexweşiyên giran jî wan nabin nexweşxanê û xwarinê kêm didine wan.

Back to top button