Endama koordînasyona Kongreya Star a kantona Hesekê Nûra Şihab diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker bi hedefkirina jinê dixwaze pêşxistina civakê tune bik, lê ev tişt wê pêk neyê ji ber ku rêxistinên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember kirinan wê bê deng nemînin.
Artêşa Tirk a dagirker ji destpêka dagirkirina Efrînê ve, tevahiya qanûnên navdewletî yên girêdayî mafên mirovan binpê dikin kirin.
Dagirker ji wê demê ve bi sedan şêniyên herêmê revandin û li beramberî serbestberdana wan fîdya dixwazin.
Jin jî ji van kiryaran bê par neman, li dijî wan her cûre zulm û zor tê meşandin û heya niha ev kirin berdewam in.
Beriya çend rojan dîmenekî girtîgehên komên çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker ên li Efrînê hatibû belav bû.
Di girtîgehê de hejmarek jinên Efrînê yên hatibûn revandin hatin dîtin.
Têkildarî mijarê endama Koordînasyona Kongreya Star a kantona Hesekê Nûra Şihab axivî û got:
Ji destpêka şoreşa Sûriyê ve jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo avakirina civakek demokratîk tê dikoşe.
Lê artêşa Tirk a dagirker bi rêya binpêkirinên xwe yên hovane hewl dide vîn û nasnameya jina azad têk bibe û biçewsîne, bûyerên li herêmên dagirkirî rû didin, delîla wê ye.
Nûra diyar kir ku armanca artêşa Tirk a dagirker a sereke, tunekirina pêşketin û pêşxistina civakê bi riya hedefgirtina jinê ye û dibêje:
Bi rêya revandin, qetilkirin, destavêtin û çewsandinê dixwazin vîna gel bişkînin.
Lê ev dê pêk neyê ji ber ku rêxistinên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember van kirinan bêdeng namînin.
Em bêdengiya navdewletî ya li hember van binpêkirinan şermezar dikim û bang li tevahiya rêxistinên jinan ên li cîhanê û mafên mirovan dikim ku ji bêdengiya xwe derkevin.