Hêzên Asayşê ji ber rola wê ya çalak di parastina herêmê ji hewldanên terorîst û parastina ewlehiya herêmê de hat xelatkirin.
Duh şandeya Desteya Jin a Bakur û Rojhilatê Sûrî serdana navenda Asayîşa-Jin a li bajarê Qamişlo kir.
Şande ji seroka desteyê Cîhan Xedro, cîgira wê Rûken Mele Îbrahîm û hevseroka Desteya Hindir Hêvî Mistefa pêk hat.
Di serdanê de, Rûken Mele Îbrahîm spasiya keda Asayîşa-Jin kir û anî ziman ku Asayîşa Jin di vê dawiyê de xebatên mezin meşandine.
Hêvî Mistefa jî diyar kir ku Asayîşa-Jin her tim amade ye ji bo ku li hember tevahiya êrîşan bisekine û ewlehiya herêmê biparêze.
Di dawiyê de, şandeyê xelatek sembolîk pêşkêşî Asayîşa-Jin a Qamişlo kir.