Nasir Kirêt: PDK li Şêladizê hêzekê ava dike û çavkaniya wê ya darayî dewleta Tirk e

Çavdêrê siyasî yê Başûrê Kurdistanê Nasir Kirêt diyar kir, hêza ku PDK’ê li Şêladizê ava dike biguman e, ji ber ku çavkaniya wê ya darayî dewleta Tirk e.

Nasir Kirêt da zanîn ku jêdera darayî ya vê hêzê gumanan çêdike, ji ber ku niha hikumet û Wezareta Pêşmergeyan krîzeke aborî dijî, lewre nikare yek pêşmergeyî erkdar bike.

Nasir destnîşan kir ku PDK’ê ji bo qanihkirina gel da ku çekê rakin, sozan dide ku ciwanên zanîngeh qedandine erkdar bike û xizmetgûzariyê pêşkêş bike.

Çavdêrê siyasî dibêje:

“Rayedarên PDK’ê dixwazin li herêma Zagros a ku gerîla kontrol dikin, deriyekî sînor bi dewleta Tirk re vekin.

Lewma divê gelê herêmê çekan hilde û rê li ber liv û tevgera gerîlayan bigire”.

PDK’ê 15 vê mehê civînek ji rêveberiya herêma Amêdiyê re çêkiribû.

Tê de gef li gelê herêmê hatibû xwarin ku têkiliyên xwe bi Tevgera Azadiya Kurdistanê re qut bikin, sînor biparêzin û li dijî Tirkiyê serî ranekin.

Back to top button