Li herêmên Hikûmeta Şamê pêketina 84 kesên din bi vîrûsa Coronayê hat ragihandin.
Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Şamê bi daxuyaniyekê ragihand ku di nava 24 saetên derbasbûyî de 84 kes bi vîrûsê ketine û 4 kesan jî jiyana xwe ji dest da.
Wezaretê eşkere kir ku 9 kes jî ji vîrûsê baş bûne.
Li gorî van daneyên dawî jî heta niha li herêmên Hikûmeta Şamê, hezar û 677 kes bi vîrûsê ketine, ji wan 417 baş bûne û 64 jî mirine.