Li Yemenê berpirsekî Hûsiyan hat kuştin û 10 maşîne hatin teqandin

Li parêzgeha Cewf a bakurê Yemenê, di şerê di navbera artêşa Yemenê û hêzên Hûsiyan de, berpirsekî Hûsiyan hat kuştin.

Çavkaniyeke leşkerî ji artêşa Yemenê ragihand ku berpirsê Hûsî Mihemed Naser Ehmed Sofî ku bi navê Ebû Elî tê naskirin, tevî çend çekdarên pê re, di şerên li eniyên El-Elem û El-Nidûd de, hatin kuştin.

Heman çavkaniyê destnîşan kir ku di êrîşên asmanî yên Koalîsyona Ereb de, 10 maşîneyên leşkerî hatin teqandin.

Artêşa Yemenî li parêzgeha Cewf, rûberin berfireh û deverin stratîcîk, li rojhilatê bajarê El-Hezim rizgar kirin.

Artêşê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku ku hêzên wan, deverên Kedadî û çiyayê Erfan rizgar kirin û niha ber bi Bîr El-Mezarîq ve bi pêş ve diçin.

Ev pêşketinên artêşa Yemenî, bi desteka asmanî ya Koalîsyona Ereb, pêk tên.

Back to top button