Hevserokê Meclisa Hecînê: Rêveberiya Xweser mînakeke serkeftî ye

Hevserokê Meclisa Gel a bajarokê Hecînê Salih Selman salvegera avakirina Rêveberiya Xweser pîroz kir û eşkere kir ku Rêveberiya Xweser mînakek serkeftî ye.

Salih Selman diyar kir ku Meclisa Gel ji dema ku bajarokên Baxoz û Hecînê ji DAIŞ’ê hatine rizgarkirin, xebatek mezin tê meşandin û destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser bi fikreke azad derbasî herêmê bû.

Salih Selman eşkere kir ku gelê Sûriyê ji tecrubeyeke wiha bê par mabû û anî ziman ” Rêveberiya Xweser rêbazeke serkeftî ye û niha gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê azadî, demokrasî û jiyana hevbeş misoger kiriye.”

Di dawiyê de Hevserokê Meclisa Gel a bajarokê Hecînê Salih Selman hêviya serkeftinê ji Rêveberiya Xweser a herêmê re û hêviya aştî û aramiyê ji tevahî gelên herêmê re xwest.

Back to top button