64 çeteyên Sûrî ku Tirkiyê ew şandibûn Azerbeycanê hatine kuştin

Bi berdewamiya şerê li herêma Qerebaxê di navbera Azerbeycan û Ermenistanê de, 64 çeteyên Sûrî ku Tirkiyê ew şandibûn Azerbeycanê hatin kuştin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku di nava 48 saetan de, 36 çeteyên dewleta Tirk ên Sûrî hatin kuştin, ku ji destpêka şer û heta niha 64 çete hatine kuştin.

Li gorî ÇAvdêriyê, ji destpêka şerê li herêma Qerebaxê, dewleta Tirk hezar û 200 çete şandine Azerbeycanê.

Ji aliyê xwe ve duh parêzgarê bajarê Xweda Avrîn ê li bakur rojhilatê Îranê Elî Emîr Zad ragihand ku, ji ber şerê li Qerebaxê, bi dehan mûşek li hindirê Îranê ketine.

Back to top button