Berdevkê Hêzên Hevpeymana Ereb, Tirkî El-Malikî ragihand ku duh droneke Hûsiyan berî ku bihihîje Siûdiyê, hat xistin.
Tirkî El-Malikî da xuyakirin ku hêzên Hûsî dronek ji bo hedefgirtina sivîlan ber bi Siûdiyê ve berdabû.
Di heman rojê de, 3 fermandarên çekdarên Hûsî û çend kesên bi wan re, li parêzgeha Hedîda hatin kuştin.
Di heman demê de, bi dehan çekdarên Hûsî li devera Hîs, Tehtiya û Dirêhimî hatin kuştin û birîndarkirin.
Li gorî bîlançoya Hêzên Hevbeş ên Yemenî, zêdeyî 500 çekdarên Hûsî vê hefteyê hatine kuştin û birîndarkirin.