Hêzên Sûriya Demokratîk-QSD, serçeteyekî payebilind ê DAIŞ’ê bi çalakiyeke ewlehiyê li Rojhilatê gundewarê Dêra Zorê girt.
QSD û Koalîsyona Navdewletî, di seatên sibehê de girt ser 3 malên li bajarokê Sebha yê Dêra Zorê û li dijî DAIŞ’ê operesyonek pêk anî.
Di operesyonê de, QSD’ê serçeteyê DAIŞ’ê yê bi navê Ebû Cîhad El-Ensarî ku berpirsê tevgera şaneyên DAIŞ’ê li Dêra Zorê bû, girt.
Tê zanîn, di van demên dawî de êrîşên şaneyên DAIŞê, Istixbarta hikumeta Şamê û Tirkiyê li gundewarên Dêra Zorê zêde bûne.
QSD’ê jî piştî têkbirina DAIŞ’ê li Baxozê, operesyonên xwe li dijî şaneyên wê didomînin.