Li parêzgeha Selahedînê, 4 leşkerên Iraqê di pevçûnên bi çeteyên DAIŞê re birîndar bûn.
Li gorî çavkaniyeke ewlehî, çeteyên DAIŞê duh bi şev erîş anîn ser xaleke leşkerî ya artêşa Iraqê li gundê Besta Melî ya parêzgeha Selahedînê.
Di encamê de, 4 leşkerên Iraqî birîndar bûn.
Serçeteyeê DAIŞê Ebû Elnebi li balafirgeha Bexdayê hat girtin
Her wiha Ajansa Têkoşîna li Dijî Terorê jî, serçeteyê DAIŞê yê bi navê Ebû Elnebi li balafirgeha Bexdayê girt.
Serçete Ebû Elnebi, berî ku tevlî DAIŞê bibe, sala 2003 an di Qayîda û çend komên din ên terorîst de cihê xwe digirt.