Atrêşa Tirk ji nuqteyên xwe yên li Heleb û Idlib vedikişe

Artêşa Tirk a dagirker ji du nuqteyên xwe yên li gundewarê Idlib û Helebê vedikişe.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand ku artêşa Tirk ji nuqteya xwe ya li Til Toqan a li gundewarê Idilbê û EL-Îsa yê li gundewara başûrê Helebê vedikşe.

Artêşa tirk li gorî lihevkirna di navbera Rûsya û Tirkiyê de ji nuqteyên xwe vedikşe.

Çavdêriyê da zanîn ku artêşa Tirk di serê sala nû de dê hemû nuqteyên xwe yên li deverên di bin kontrola hikumeta Şamê radestî hikumetê bike.

Back to top button