KJK: Banga bi hevrebûn û têkoşîna hevpar li tevahî jinên cihanê kir

Komîteya Têkilî û Tifaqan a Demokratîk a KJK’ê diyar kir komkujî û girtinên jinên pêşeng bi zanEbûn bi fermana hêzên desthilatdar pêktên. KJK’ê bang li tevahî jinên cîhanê kir ku xebat û têkoşîneke hevpar bi hev re bimeşînin û hêza xwe bikin yek.

Komîteya Têkilî û Tifaqan a Demokratîk a KJK’ê daxuyaniyek weşand û banga rabûna li ber kuştinên siyasî yên ji aliyê dewletan, mafya û şîrketan ve tê kirin, li jinan hate kirin.

KJK’ê diyar kir ku jin bi rêya têkoşîna xwe, polîtîkayên qirkirin, kapitalist û baviksalar roj bi roj deşîfre dikin û li dijî wan şer dikin.

KJK: Şehîdxistina jinên pêşeng bi fermana hêzên desthilatdar pêk tên

KJK’ê da zanin ku hêzên desthilatdar yekser fermana komkujiyên jinan didin û pêşî li tundiyê vedikin û wiha domand;

“Tundiya fîzîkî, zayendî, derûnî, aborî, bênirx hiştin, ji civakê durxistin beşên polîtika qirkirinê ne.
Polîtîkaya qirkirina jinê ji aliyê dewletan ve tê teşwîqkirin û bicihanîn. Jinên ku têne şehîdxistin, jinên têkoşer û pêşengin.

KJK’ê balkişan de ser bêmafî û bêhuquqiya li tirkiyê tê meşandin û got;

Tirkiye li asta cîhanê ew dewlet e ku herî zêde girtiyên siyasî yên jin lê dîlgirtî ne û di kuştinên siyasî de jî yên li dijî jinan, li pêş e. Komkujiya paris, Silopya, Hevrîn Xelef û komkujiya li Kobanê bi fermana Tirkiyê pêkhat.

KJK: Desthilat ji jinên têkoşer û rêxistinkirî ditirsin

KJK’ê teqez kir ku ji dîrokê heya niha desthilatdarên mêr ji jinên serhildêr û rêxistinkirî her dem ditirsin.

Desthilatdariyek çiqasî dibe otorîter, ewqasî jî dijminatiya wan a li hemberî jinan jî zêde dibe. Ji ber wê serî li komkujî, tundî û girtina didin. Hişyarbûna jinan, rêxistinbûna jinan tê wateya ku bingehên pergala modernîteya kapîtalîst were hejandin.

KJK: Jin hêza sereke ya têkoşîna li dijî pergalê ne

KJK’ê diyar kir ku jin hêza sereke ya têkoşîna li dijî pergalê ye û da xuyakirin ku jin di hemû qadan de di têkoşînên li dijî pergalê de hêza pêşeng in.

Çawa ku têkoşînên çînî û neteweyî mohra xwe li sedsala 20’an dan û wê şoreşa jinan jî mohra xwe li sedsala 21’an bidin.

KJK: Em hêza xwe bikin yek, ji pergala baviksalar hesap bipirsin

Komîteya Têkilî û Tifaqan a Demokratîk a KJK’ê di dawiyê de banga geşkirina têkoşîna li dijî desthilatdaran kir û got;

Em Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurdistanê cînayetên li dijî jinên pêşeng û şoreşger şermezar dikin. Em bang li jinên dinyayê dikin ku em têkoşîneke hevpar bikin. Em hêza xwe bikin yek, ji pergala mêrserwer û kapîtalîst, hesap bipirsin.”

Back to top button