Rêjîma Îranê heta niha 41 welatî binçavkirine

Li Rojhilatê Kurdistanê rejîma Îranê ji 9’ê Çileyê û heta niha 41 welatî binçavkirine.

Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê (KMMK) li ser malpera xwe raporek belav kir.

Komîleyê di rapora xwe de ragihand ku di nava 11 rojan de 41 welatî û çalakvanên Kurd li bajarên Muhabad, Bokan, Merîwan, Sine, Rebid, Solawa, Pîranşar, Neqede, Kerec û Tehranê ji aliyê rejîma Îranê ve hatine binçavkirin.

Li gorî rapora Komeleyê, ji derveyî kesekî ku piştî şeş rojan hate girtin û berdan, heta niha 40 kes hê jî li navendên Îtilaetê yên rejîmê binçavkirî ne.

Komeleyê eşekere kir ku hêzên Rejîmê girtin ser malan, û dest danîn ser amûrên wan û bi êşkenceyê binçavkirin û kesên hatine binçavkirin, birine cihekî nediyar.

Back to top button