Serokkomarê Tirkiyê Erdogan ragihand, ew ê digel Yûnanistanê beşdarî diyalogên çareserkirina kêşeyên li Ege û Rojhilatê Deryaya Spî nebin.
Tirkiye dibêje:
Çareseriya girava Qubrisê, tenê bi avakirina 2 dewletan pêkan e û ji ber helwesta Yûnanistanê di vê derbarê de, em ê jî tev li diyalogên çareserkirina pirsgirêka Ege û Rojhilatê Spî nebin.
Tê payîn, meha bê, gera diyalogên Tirkî-Yûnanistanî li Atînayê li dar bikevin, lê xuya dike ku Tirkiye nebinêt e aloziyê çareser bike û bi behaneyên cuda cuda, xwe dide alî.



