NATO vê hefteyê dê rewşa Sûrî û binpêkirinên Tirkiyê nîqaş bike

Bi amadebûna yekemîn a Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin, Wezîrên Parastinê yên dewletên endam ên NAYO’yê roja Çarşem û Pêncşemê li hev dicivin.

Dê di bernameya civîna Wezîran de, rewşa Sûriye, Bakur û Rojhilatê wê û dosyaya çeteyên biyanî yên DAIŞ’ê ku li gel Hêzên Sûriya Demokratîk “QSD” girtî ne, bên nîqaşkirin.

Destwerdana Trikiyê ya leşkerî li Sûriye, Lîbya û binpêkirinên wê li Rojhilatê Deryaya Spî, her wiha kirîna wê ya pergala S-400 a Rûsî, dê li ser maseya civîna Wezîrên NAYO’yê bin.

Back to top button