Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) daxuyaniyên aliyên Astanayê yên derbarê Bakur û Rojhilatê Sûriyê de şermezar kir û diyar kir bi van daxuyaniyan dixwazin rastiyan berevajî bikin.
MSD’ê da zanîn ku civîna her sê aliyên Astanayê mafên Sûriyan paşguh dike û rastiyan berovajî dike û wiha dewam kir;
“armanc ji civînê belavkirina çanda nefretê di navbera Sûriyan de ye û hiştina rejîmê li ser desthiltadariyê ye.
MSD”ê bersiva daxuyaniyên aliyên Astana yên derbarê rastiya rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rola Rêveberiya Xweser de da û got:
“dewletên garantor ên Astanayê Îran, Tirkiye û Rûsya ji rastiya Bakur û Rojhilata Sûriyê, rola Rêveberiya Xweser a parastina jiyana Sûriyan û peydakirina ewlehî û aramiyê, têkoşîna li dijî terorîst û yekîtiya axa Sûriyê dûr in û ne li gorî hêviyên rewa yên gelê Sûriyê ye.
Ew dixwazin bi rêya van civînan nakokî û dijminahiyê di nava Sûriyan de belav bikin û herêmên rizgarkirî vegerînin bin kontrola hikûmeta Şamê.
Em bi veguherîna siyasî ya ber bi sîstemek demokratîk a nenavendî, pirrengî re ne û mafên hemû pêkhateyên Sûriyê mîsoger dikin.