DYA’yê Aimee Cutrona weke nûnera taybet a demkî ya Sûriyê erkdar kir.
Wezareta Derve ya Amerîkayê, Aimee Cutrona weke nûnera taybet a demkî ji bo karûbarên Sûriyê erkdar kir.
Wezaretê duh ji ragihandinê re eşkere kir ku Aimee Cutrona, ji sala 2016 heta 2019’an bi erka gerînendeya Nivîsgeha Karûbarên Rojhilatê Deryaya Spî û cîgira serokê şandeya ji bo Behreynê radibû.
Aimee Cutrona ji sala 1999’an ve, li paytexta Etiyopyayê dest bi erka xwe kiribû û her wiha weke berpirseke siyasî li balyozxaneyên DYA’yê yên li Salvador, Qeter û Misirê kar kiriye.
Her wiha Aimee Cutrona di gelek xebatên xurtkirina dozên jinan û têkoşîna li dijî bazirganiya mirovan de jî, cih girtiye.