Leşkerên Tirk zarokek 11 salî kuşt

Zarokek 11 salî bi guleya leşkerên sînor ên dewleta Tirk a dagirker dema hewl dida tevî malbata xwe derbasî Tirkiyê bibe, hat kuştin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan ANHA, dema malbata zarokê bi navê Adil Ebdulezîz hewl dida di navbera gundên Îbrahîmiyê û Feqîra yên girêdayî navçeya Zirganê re derbasî Tirkiyê bibin, gule li wan hatin barandin.

Hat ragihandin, di encamê de zarok Adil ê 11 salî hat kuştin û ev bûyer beriya du rojan pêk hatiye.

Malbata zarokê kuştî ji gundê Xezna yê navçeya Zirganê ye û bi 5 km ji sînorên Sûriye û Tirkiyê dûr e.

Back to top button