Li Efrînê..Çete bi erebeyeke leşkerî welatiyekî Kurd kuştin

Li Efrîna dagirkirî, asta hovîtiya dagirkerkiya Tirk û çeteyên wê her diçe zêde dibe.
Li bajarê Efrînê dagikeran bi erebeyeke leşkerî pê li sivîlekî Kurd kir û ew kuşt. Ji nevenda Efrînê û navçeyên wê jî 5 sivîl revandin.
Li navçeya Cindirêsê ji bo pêkanîna plana guhartina demografîk, dagirker ji malbatên çeteyan re wergeheke nû ava dikin.

Di sala 4. a dagirkirina Efrînê de, dewleta Tirk û çeteyên wê sûcên xwe yên hovane li dijî Efrîniyan didomînin.

Malpera Tora Çalakvanên Efrînê ragihand ku 29’ê Adara borî, li navenda Efrînê çeteyan bi erebeyeke leşkerî pê li sivîlekî 35 salî kir û ew kuşt.

Li gorî malperê, çeteyan bi zanebûn pê li şêniyê bi navê Şêxo Menan, bavê du zarokan kir û ew kuşt.

Ji bajarê Efrînê, navçeyên Raco û Mabata 5 sivîl hatin revandin

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê jî ragihand ku bi armanca standina pereyan çeteyan 5 sivîl ji Efrîn û navçeyên Raco û Mabata revandin.

1’ê Nîsanê çeteyan şêniyê bi navê Ebdîn Şêxmus Musa yê 52 salî yê ji gundê Bedîna yê Raco revand.

29′ Adara derbasbûyî, ji heman gundî jî du şêniyên bi navê Rifaî Elî Horo  yê 41 salî û Xelîl Mihemed Sîdo yê 60 salî revandin.

17’ê Adarê jî çeteyan ciwanê bi navê Ibrahîm Tacdîn Ismaîl ê 21 salî yê ji gundê Kokana yê Mabata revand.

Rêxsitinê diyar kir ku çeteyan Ibrahîm bir bi Tirkiyê ve birin.

Beriya çar mehan jî çeteyên Tirkiyê ji navenda Efrînê şêniyê bi navê Ebdo Memo yê 42 salî revand.

Li gorî rêxistinê, çeteyan piştî standina du hezar û 500 dolar, ew sivîl berda.

Li Cindirêsê dagirkeriya Tirk ji malbatên çeteyan re wargehên nû ava dike

Li aliyekî din, dagirkeriya Tirkiyê ji bo sepandina plana guhartina demografiya Efrînê ji malbatên çeteyan re wargehên nû ava dike.

Rêxsitina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku dagirkeriya Tirk li derdora çiyayê gundê Hec Hesno yê Cindirêsê wargehek nû ava dike.

Dagirkeran di waqrgehê de dê nêzî 250 avahî ava bikin.

Dagirkeriya Tirk li derdora gundê Baflonê  yê Êzîdiyan jî, wargeheke ava kiribû û zêdeyî 70 malbatên çeteyan lê bi cih kirin.

Back to top button