Êrîşekê Li pêşiya avahiya Kongresê pêk hat, Polîsek hat kuştin û yek birîndar bû

Ji ber êrîşekê avahiya Capitol a li DYA hat girtin û polîsek kongresê hat kuştin.

Duh erebeyekê hewl da benda kontrolê yê ewlehiyê yê li derdora avahiya Capitol a Amerîkî derbas bike.

Erebeyê pêl 2 polîsên Kongresê yên li ber benda kontrolê kir, di encamê de polîsek hat kuştin û yek birîndar bû.

Piştî erebeyê pêl polîsan kir hewl da bireve, lê ji aliyê polîsan ve bi guleyan hat kuştin.

Dezgehên ragihandin Amerîk diyar kir ku yê êrîş pêk aniye Nûh Ar Girîne û 25 salî ye.

Ji ber êrîşê, avahiya Capitol hat girtin û ji karmendan hat gotin ku derbasbûn û derketina ji avahiyê qedexeye.

Back to top button