Navneda Çapemeniyê ya QSD’ê ragihand hêzên wan bi piştevaniya Koalîsyona Navneteweyî dest bi operasyoneke leşkerî û ewlehî ya berfireh li geliyê Ecîc ê Dêrazorê li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê kiriye.
Têkildarî mijarê, Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê daxuyaniyek da û weha got:
“Hêzên me û hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê vê sibehê li herêma geliyê Ecîc ê bakurê Dêrazorê dest bi operasyoneke leşkerî û ewlehî ya berfireh kir.
Ew operasyon li dijî şaneyên veşartî û çalak ên rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst, eşkerekirina nuqte û çekên wan hate destpêkirin.
Operasyona ku dê 4 rojan berdewam bike, ji saetên sibehê ve dest pê kiriye.
Armanc ji vê operasyonê jî têkbirina çeteyên DAIŞ’ê û tevahî rêxistinên terorîst ên dîtir in.