Dewleta Tirk nasnameya Tirkî da serçeteyekî din ê Qaîdê

Dîsa dewleta Tirk hevkariya xwe bi terorê re ispat kir û nasnameya Tirkî da serçeteyê berê yê Qaidê yê bi navê Menar El-Şamî.

Rojnemevana Amerîka Lindsey Snell li ser Twittera xwe wêneyê nasnameya Tirkî ya ku dewleta Tirk daye serçete Menar El-Şemî parve kir.

Li gorî Lindsey Senll Serçeteyê berê yê Qaîdê nasnameya Tirkî ji dewleta Tirk wergirtiye.

Berî niha jî gelek çeteyên Qaîdê ku li herêmên dagirkirî hatibûn kuştin nasnemeya Tirkî bi wan hatibû dîtin.

Back to top button