Asayîşa PDK’ê ciwanekî 15 salî kuşt lê buyerê vedişêr e

Li herêmên di bin kontrola PDK’ê de yên li başûrê Kurdistanê buyerên mîna girtin, revandin û kuştin her diçe zêde dibin.
Asayîşa PDK’ê vê care jî li Hewlêrê ciwanekî 15 salî kuşt. Malbata ciwanê 15 salî diyar kir kurê wan bi 7 guleyan hatiye kuştin û da zanîn PDK buyerê vedişêre.

Li başûrê Kurdistanê bi taybetî li herêmên di bin serweriya PDK’ê de bi her awayî kiryarên dermirovî tên kirin û mafên mirovan tên binpêkirin.

Bi taybetî rêjeya girtin, kuştin û revandinê yên li herêmên di bin serweriya PDK’ê de roj bi roj zêde dibin.

Herî dawî şeva 9’ê Hezîranê buyereke kuştinê ya din li Hewlêrê pêk hat.

Hat ragihandin ciwanê bi navê Heval yê 15 salî ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hat kuştin.

Hat diyar kirin asayîşa PDK’ê ji malbata Heval re gotiye, kurê we li xaleke kontrolê nesekiniye ji ber vê hatiye kuştin.

Malbata Hevalê 15 salî dibêje, kurê wan zarok e û wesayîta wî tune ye. Ji pêşî ve 7 gule lê ketine û birîneke kêrê jî li ser laşê wî heye.

Her wiha gef li malbatê hatiye xwarin ku li ser ragihandinê behsa bûyerê nekin gotine ewê bi xwe li ser mijarê bisekinin.

Lê tevî ku 15 roj li ser buyerê re derbas buye, PDK di vê mijarê de ti daxuyaniyekê nade û ji malbatê re tiştekî nabêje.

Li ser vê yekê jî malbata ciwanê hatî kuştin daxuyaniyek da.

Malbat dibêje Asayîşa PDK’ê bûyerê vedişêre û nahêle bûyer were zelalkirin.

Berî niha jî gelek buyerên bi vî rengî li herêmên di bin kontrola PDK’ê de pêk hatin. Lê ji ber zext û êrîşan ti kes an jî saziyek nikare lêkolînê bike, buyerên mijara gotinê nehatin eşkere kirin.

Back to top button