HPG: Li Geverê 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Gerîlayên HPG û YJA Starê di çarçoveya Pêngavên Şoreşger de berxwedaneke mezin li dijî artêşa Tirk a dagirker nîşan didin û derbên giran li dagirkeran dixin.
HPG’ê diyar kir di encama çalakiyên gerîla yên li Gever a Colemêrgê de herî kêm 3 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin.

Artêşa Tirk a dagirker ji ber berxwedana Gerîlayên Azadiyê li bakur û başûrê Kurdistanê derbên giran dixwe û rojane windahiyên mezin dide.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrîşên artêşa Tirk ya dagirker û çalakiyên gerîlayan de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Metînayê li artêşa Tirk ya dagirker hate xistin.

Hat diyar kirin 28’ê Hezîranê li dijî çeperên dagirkeran ên li ser Girê Şehîd Serdar, hêzên YJA Starê bi çekên giran çalakî li dar xistin.

Hat gotin di çalakiyan de derb li hedefên hatin diyarkirin hate xistin, hejmara dagirkerên hatin kuştin û yên birîndar bûn nehate zelalkirin.

HPG’ê da zanîn di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de jî çalakî hatin lidarxistin.

Hat diyar kirin 27’ê Hezîranê li navçeya Geverê ya Colemêrgê li dijî dagirkerên li ser Girê Îxanetê yê ser bi qereqola Wargenima, hêzên YJA Starê çalakî li dar xistin.

Hat gotin li vê derê jî derb li 2 kozikên li ser gir hate xistin û di encamê de herî kêm 3 dagirker hatin kuştin, gelek dagirker jî birîndar bûn.

HPG’ê diyar kir ev çalakî ji bo bîranîna fermandara nemir Şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) hate lidarxistin.

HPG’ê da zanîn êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê jî dewam dikin.

Hat gotin 25, 27 û 28’ê Hezîranê herêmên Zap, Avaşîn û Metîna bi balafirên şer û helîkopteran hatin bombebaran kirin.

Hat diyar kirin ji ber van êrişan tiştek bi hêzên gerîla nehatiye.

Li aliyê din Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya gerîlaya bi nave Betul Yildiz bi nas nav Çirav Avesta ku 27’ê Hezîran 2016’an li Amedê şehîd bû, eşkere kir.

HPG’ê ji malbata gerîla Çirav Avesta û gelê Kurdistanê re sersaxî xwest.

Back to top button