Komîsyona Têkiliyên Derve ya Parlementa Belçîkayê, pêşnûme biryara li ser naskirina Qirkirina Êzidiyan bi yekdengî qebûl kir.
Di biryarê de, qirkirina ku çeteyên DAIŞ’ê li Iraq û Sûriyê piştî sala 2014’an li Êzidiyan kir hate şermezarkirin û naskirin.
Parlamenteran ji hikumetê xwestin ku ji bo sûcê qirkirinê yê ku DAIŞ’ê li Iraq û Sûriyê kir bêceza nemîne, divê her rê û rêbazên hiqûqî bêne bikaranîn.
Di biryarê de bang li Belçîkayê hate kirin ku ji bo vegera Êzidiyan a li xaka xwe û jinûve avakirinê, bibe alîkar.
Georges Dallemagne ku yek ji parlamenterên destpêkê yê partiya Demokratên Xiristiyan e li komîsyona parlamentê axivî û got,
Belge li holê bûn, gelek bûn û girîng jî bûn. Ji havîna 2014’an û pê ve DAIŞ’ê ev qirkirin plan kir.
Gorên komî hatin dîtin û gelek zext li ser wan hatibû kirin, ev sûc hemû mirovahiyê eleqedar dike.”
Tê payîn ku biryar rojên bê bikeve rojeva civata giştî ya parlamentê.