Pêşmergeyê berê Cewdet Sezgîn: Divê PDK dest ji feraseta birakujiyê berde

Nerazîbûnên li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser başûrê Kurdistanê û hevkariya PDK’ê ya bi êrîşên dagirkeriyê re roj bi roj zêde dibin.
Pêşmergeyê berê Cewdet Sezgîn anî ziman, Kurdistan axa Kurdan hemûyan e û got: “Divê PDK feraseta birakujiyê biterikîne û cihê xwe li cem Kurdan bigre.”
Endamê Lijneya Asayîş û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Seeran El-Ecebî jî diyar kir ewê li dijî dagirkeriya Tirkiyê bêdeng nebin.

Li seranserî Kurdistanê çalakî û nerazîbûnên li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser başûrê Kurdistanê zêde dibin.

Pêşmergeyên berê yên ji Bakurê Kurdistanê jî li ber şerekî nava Kurdan radibin. Pêşmergeyê YNK’ê yê berê Cewdet Sezgînku ji bajarê Colemêrgê ye û bi salan li Başûrê Kurdistanê li dijî rejîma Saddam şer kiriye û bûye şahîdê şerê birakujiyê jî.

Sezgîn ku ji ANF’ê re axivî, derbarê hewldanên PDK’ê yên şerê navxweyî anî ziman ku ger îro PDK li ser lingan be, bi xêra Bakur e.

Sezgîn da zanîn ku Kurdistan axa Kurdan hemûyan e û got:

“Ti cudahiya Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat nîne. Dema ku bê xwestin her Kurdek dikare li her devera Kurdistanê li dijî dagirkeran şer bike. Pêşmergeyên PDK û YNK’ê li çiyayên Bakurê Kurdistanê xwe birêxistin kirin û bi sedan welatiyên Bakur piştgirî da wan. Lê kesî ji wan re ne got, ka çi karê we li Bakur heye”

Sezgîn destnîşan kir ku divê Kurd xwe ji şerê birakujiyê dûr bixe û çi pirsgirêk hebe divê bi rêya diyalogê bêne çareserkirin û got,

“Eger li Başûrê Kurdistanê şerek li nava Kurdan derbikeve berpirsyarê wê PDK û mala Barzanî ye. Divê PDK ferasteta birakijiyhê biterikîne û neyê lîstikên dijmin.”

Parlementer Seeran El Ecebî: Em ê li dijî dagirkeriyê bê deng nebin

Endamê Lijneya Asayîş û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Seeran El-Ecebî jî nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk yên li ser başûrê Kurdistanê da.

El Ecebî diyar kir ku bi hevkariya aliyên nîştimanî wê li dijî dagirkeriya Tirkiyê bêdeng nebin û wê zextên wan ên li ser hikûmeta Iraqê berdewam bikin ku li dijî gavên Tirkiyê helwestê nîşan bide.

Back to top button