Wezareta Karê Derve ya DYE’yê Tirkiye xist lîsteya ‘welatên zarokan weke leşker bi kar tîne’ bi vê yekê re care yekem e hevkareke NATO’yê dikeve vê lîsteyê.
Li gorî nûçeya Reûtersê, di rapora Bazirganiya Mirovî ya 2021’ê ya Wezareta Karê Derve ya DYE’yê de, Tirkiye zarokan bi kar tîne û wan dixe leşker.
Rayedarê Wezareta Karê Derve di rapora xwe de anî ziman “Cara yekem e endameke NATO’yê di lîsteya çalakiya girtina zarokan weke leşker, cih digire. Tirkiye ku endamê NATO’yê ye, li Sûriye û Lîbyayê zarokan bi çek dike û bi kar tîne.”
Wezareta Karê Derve ya DYE’yê tekez kir “Divê welatên ku navê wan di vê lîsteyê de cih digre sînor ji wan re were dayîn.” û hêvî kir ku ev pirsgirêk bi Enqerê re were çareserkirin.