Li Minbicê 5 dagirker hatin kuştin

Meclisa Leşkerî ya Minbicê hewldana êrişekê ya çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker têk bir û 5 çete hatin kuştin.

Têkildarî êrîşê Navenda Çapemeniyê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê daxuyaniyek da û ragihand “çeteyên Tirkiyê hewil dan gundên Şêx Nasirt dagir bikin, lê Hêzên Meclisa Leşkerî y MInbicê di çarçoveya parastina rewa de bersiv da û şerekî dijwar rûda.”

Navendê eşkere kir 5 çete hatin kuştin, hewildana dagirkeran hate têkbirin û çeteyên din reviyan.

Back to top button