Li paytexta Swêd Stockholmê tecrîd û êrîşên dagirkeriyê hatin şermezarkirin

Êrîşên dagirkeriyê yên li ser başûrê Kurdistanê û tecrîda li ser Rêber Apo li paytexta Swêd Stockholmê û Li bajarê Toronto yê Kanadayê jî bi çalakiyan hat şermezarkirin.
Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E’yê jî ragihand ku wê navbera 10 û 12’ê tîrmehê ji Lozanê heta Cenevreyê meşeke li dijî êrîşên dagirkeriyê lidarbixin.
Bang li gelê Kurd û dostên wan hat kirin ku tevlî meşê bibin.

Kurdistanî li paytexta Swêd Stockholmê li parka Humlegardenê li hev civiyan û li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û êrîşên dewleta Tirk yên ser Başûrê Kurdistanê ber bi qada Normalmstorgetê ve meşiyan.

Piştî meşê, li qada Normalmstorgetê mîtîngek hate lidarxistin.

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Swêdê Hemîd Bîten li qadê axivî û berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk silav kir.

Hemîd Bîten bal kişand ser tecrîda giran a ser Rêber Ocalan û grevên birçîbûnê yên li zindanan ên li dijî tecrîdê zêdeyî 200 roj in dewam dikin, bi bîr xist.

Parlamenterên Partiya Çep Danîel Rîazat û Yekbûn Alp jî li qada mîtîngê axivîn.

Danîel Rîazat diyar kir ku dewleta Tirk bi çekên ji Swêd kiriye li dijî Kurdan bi kar tîne, ji bo komkujî û dagirkirina xaka Kurdan bi kar tîne.

Rîazat bang kir ku divê Swêd vê yekê bibîne.

Her wiha anî ziman ku weke Partiya Çep hewldanên wan ên ji bo derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ dewam dike û destnîşan kir ku wê piştgiriya xwe ya ji bo HDP’ê jî zêdetir bikin.

Parlamenter Yekbûn Alp jî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir.

Li bajarê Toronto yê bi çalakiyekê êrîş hat şermezar kirin

Li bajarê Toronto yê Kanadayê jî bi banga insiyatîfa navdewletî “Kurdistanê Biparêze” çalakiyek hate lidarxistin.

Di çalakiyê de êrîşên Tirkiyê ser xaka Kurdistanê û tecrîda ser Rêber Abdullah Ocalan jî hatin şermezarkirin.

KCDK-E: wê di 10 û 12’ê Tîrmehê de ji Lozanê heta Cenevreyê meşek bê lidarxistin

Li aliyê din jî, Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E’yê ragihand ku wê di navbera 10 û 12’ê tîrmehê de ji Lozan heta Cenevreyê meşek bê lidarxistin.

KCDK-E got ku meş li dijî qirkerî û dagirkeriya li ser Kurdistanê bi dirûşma ‘Li dijî dagirkeriya Tirkiyê em Kurdistanê biparêzin’ bê lidarxistin.

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E’yê bang li gelê Kurd û dostên wan kir ku tevlî meşê bibin.

Back to top button