MSD bi Partiya Vîna Gel û Heyet El-Tensîq re civiya

Meclîsa Sûriya Demokratîk-MSD’ê civîna şêwirî bi Partiya Vîna Gel û Heyet El-Tensîq a Niştimanî yên opozisyona Sûriyê re lidar xist.

Buroya Ragîhandinê ya MSD`ê derbarê mijarê de daxuyaniyek da û eşkere kir “Êvara Înê 2`ê Tîrmehê şandeyên MSD, Partiya Vîna Gel û Heyet El-Tensîq a Niştimanî civîna şêwirî li dar xistin.”

Di civînê de 2 mijarên sereke hatin nîqaşkirin;

1-Geşedanên siyasî li Sûriyê bi giştî û aloziyên ku gelê Sûriyê li hemû herêman dijîn.

2-Rewşa hundirîn a opozisyona Sûriyê û sîstema hevkarî di navbera aliyên opozisyona niştimanî ya demokratk de ji bo bi awayekî hevbeş ber bi pêkanîna biryara 2254’an ve biçin.

Her sê aliyan li ser berdewama civînên şêwirî li hev kir.

Back to top button