Ekrem Hiso: Dewleta Tirk bi dayîn tawîzan wê hewilbide navbera xwe Rûsya baş bike

Endamê Desteya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê -KNK`ê Ekrem Hiso diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker dê di civîna Astanayê ya 16’an de tawîzên mezin bide hikumeta Şamê, Îran û Rûsyayê da ku dergeha Til Koçerê girtî bimîne.

Ji 24’ê Çileya 2017’an de heta niha 15 civînên Astanayê di bin çavdêriya Rûsya, Tirkiye û Îranê pêk hat bê encam bidawî bûn.

Gera 15’an a civîna Astanayê di 23’yê Nîsana 2020’an de li dar ket li ser rewşa li bakurê rojavayê Sûriyê bi dawî bû û wekî her carê rageşî bi dawî nekir.

Îro dê Civîna Astanayê ya 16’emîn li bajarê Nûr Sultan ê Kazaxistanê li dar bikeve.

Li gel wê jî dê muxalefta Sûriyê, nûnerên ji hikumeta Şamê, NY’yê û dewletên çavdêr; Urdin, Lubnan û Iraq jî beşdar bibin.

Siyasetmear û endamê Desteya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê -KNK`ê Ekrem Hiso têkildarî mijarê wiha got:

“Piştî rageşiya dewleta Tirk li Ukrayna bi Rûsyayê re dewleta Tirk dixwaze bi civînên Astanayê de navbera xwe Rusya baş bike..”

Ekrem Hiso destnîşan kir ku dewleta Tirk dixwaze valahiyên ku vê dawiyê derketine bi rêya Astanaya 16’an dagire.

Hiso diyar kir ku tê payîn ku niha bendeke ku di gerên berê de nehatibû pêşniyarkirin, were nîqaşkirin. Ew bend jî, derbasbûna alîkariyên mirovî yên navneteweyî ji Sûriyê re ye

Hiso da xuyakirin ku dewleta Tirk tawîzên mezin dide hikumeta Şamê, Îran û Rûsyayê li beramber gelek fişaran e û hewl dide dergeha Til Koçber girtî bimîne.

Ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî yên navneteweyî derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nebin.

Ekrem Hiso wiha gotina xwe bi dawî kir:

“Civîna Astanayê ya 16’an ji bilî dirêjkirina krîza Sûriyê, tiştekî ji sûriyan re nayne.”

Back to top button