Kuştina Serokomarê Haîtî Moîse di qada navnetewî de rastî bertekên tund hat

Kuştina Serokomarê Haîtî Moîse di qada navnetewî de jî rastî bertekên tund hat. DYA, NY û YE balkişnadin li ser metirsiya li welat û banga hişyariyê kirin.

Serokê Dewletên Yekbûyî yê Amerîka DYA Joe Biden kuştina Moîse wekî “metirsîdar” binav kir û şermezar kir.

Biden diyar kir ku welatê wî ji her alîkariyê re amade ye.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Karên Derve ya DYA ve hat dayîn de, hat xwestin ku hilbijartinên li Haîtî werin lidarxistin û got:

Hilbijartinek adil wê veguhastina hêzê ji serokomarê ku nû hatî hilbijartin re hêsantir bike.

NY bang li Haîtiyan kir ku ji her cûre tundiyê dur bikevin

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres jî bang li Haîtîyan kir ku aram bimînin û ji her cûre tundûtûjê dur bikevin.

Endamên Konseya Ewlekariyê ya NY xwestin ku berpirsiyarên êrişa hovane zû werin dadgeh kirin û hemî alî aramî û ragirtina xwe bidomînin.

Konsey wê li ser bûyerê bi rewşeke awerte îro bicive.

YE ji rewşa li Haîtî û nearamiya heyî bifikare

Nûnerê Bilind ê Polîtîkayên Ewlekarî û Karên Derve yê YE Josep Borrell jî bal kişand ser metirsiya bêîstiqrarî û şideta li welêt.

Back to top button