Ji ber hilweşîna avahiya otelekê li bajarê Suzhou yê Çînê 8 kes mirin

Li avahiyek otêla li bajarê Suzhou ya li parêzgeha Jiangsu ya rojhilatê Çînê hilweşiya, herî kêm 8 kes mirin.

Tîmên parastinê yên sivîl ku gihiştin herêmê 14 kes ji bin kavilên otelê derxistin.

Ji bo dîtina 9 kesên ku hat diyarkirin winda ne, xebat bênavber dewam dikin.

Nêzîkî 600 kes û 120 wesayît û alav, di xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de têne bikar anîn.

Otela ku ji 54 odeyan pêk dihat, 2018’an hatibû vekirin.

Di demeke ku ji bo sedemê hilweşîna otelê ti daxuyanî ne dihat dayîn de, serdozgeran ragihandin ku wan dest bi lêpirsînê kirine.

Bajarê Suzhou ku baxçe û kanalên kevneşopî yên Çînî lê ne, di nav deverên welat yên herî zêde bala geştiyaran dikêşe ye.

Miha Adarê jî di bûyere heman de, avahiyek ku ji bo nexweşên vîrûsa corona dihat karanîn hilweşiyabû û 29 kes miribûn.

Back to top button