Komên çete li Nîjerya 60 gundî revandin

Komên çete careke din li Nîjerya ku welatekî Rojava yê Afrîka ye êrîş pêk anîn.
Di êrîşa çeteyan ya li ser gundekî eyaleta Zamfara de 60 kes hatin revandin.

Rayedarek polîs û niştecihan gotin, çekdarên bi motorsîkletên xwe hatin gundan, gule li hewa reşandin û kesek ji kuştin.

Piştre jî çeteyan agir bi gund xistin.

Paşê çeteyan 60 gundî revandine û birine daristaneke nêzî herêmê.

Vê yekê ji metirsiyek li herêmê daye vakirin.

Beriya niha bikaranîna motosiklêtan hatibû qedexekirin.

Di nava demên dawiyê de, bûyerên revandina gundiyan û xwestina fîdeye ji aliyê komên çete ve zêde bûye.

Serokdewletê Nîjerya Mihemed Buharî piştî êrişên meha dersbûyî fermana “çewisandina” çeteyan ji bo artêşê dabû.

Ev ferman ji taybet ji bo eyaletên Zamfara û Kaduna hatibû dayîn.

Back to top button