Balafirên Îsraîlî bargehên Hizbulaha Libnanî yên li Himsê bombebaran kirin

Artêşa Îsraîlê li rojavayê Humisê bargehên leşkerî ku tê gotin girêdayî Huzib El-Alah a Lubnanî ne bombebaran kir.

Çavdêriya Sûriyê ya Mafê Mirovan ragihand “Şeva derbasbûyî Artêşa Israîlê bargehên leşkerî li herêma balafirgeha El-Deba a leşkerî û El-Qisêr ên rojavayî parêzgeha Humsê bombebaran kirin.”

Çavdêriyê da zanîn ku di van baragehan de depoyên çek û ceblixaneyan ên girêdayî Huzib El-Alah a Lubnanê ku li ser xaka Sûriyê vekirine.

Hate gotin ku di encama bomebaranê de ji bilî ziyanên mezin ên madî kuştî birîndar jî çêbûne, lê hejmar nehate biparvekirin.

9ê hizêranê jî balafirên Îsraîlê bargehên leşkerî li gundewarên Humsê bombebaran kirin, 11 leşkerên hikûmeta Şamê û çekdarên Dîfa El-Wetenî hatin kuştin.

Back to top button