Di roja 8’an de xwepêşandan li Rojhilatê Kurdistan û nava Îranê belav bûn

Xwepêşandanên ku li Parêzgeha Xozistanê ya Îranê ji ber pirsgirêka avê destpê kiribûn, êdî gihiştine bajarên Rojhilatê Kurdistan û navenda Îranê.
Li bajarek parêzgeha Loristanê 2 ciwan hatin kuştin.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî jî ragihand ku 8 kes ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine kuştin.

Parêzgeha Xûzistan, yek ji herêmên Îranê yên herî pileya germahiyê lê zêde ye.

Di nava rojên dawiyê de germahî di asta herî jor de ye.

Tevî vê germbûnê bêaviya li herêmê rê li ber hêrsa welatiyan vekiribû.

Xwepêşandanên ku 15’ê Tîrmehê de despêkirî, di roja xwe ya 8’an de gihişt herêmên Rojhilatyê Kurdistan û navenda Îranê.

Duh bi şev tevî ku rejîm hêzek mezin şandiye Xûzistanê, lê xelk li qadan bûn û dijî desthilatê tevlî xwepêşandanê bûn.

Rejîma Îranê xetên înternetê li gelek bajarên Xuzistanê qutkiriye, derfeta belavkirina nûçe û dîmenên xwepêşandanan nînin.

Lê li gorî hinek dîmenên bi dest ketine, duh bi şev li bajarê Mahşehir hêzên rejîmê, bi dijwarî êrişî xelkê kirine.

Tê gotin di encama êrişên hêzên rejîmê de kuştî û birîndar hene.

Li gelek bajarên Xûzistanê, hêzên rejîmê bi panzer û wesayîtên taybet ketine nav taxên bajêr û li hemberî wan jî ciwanan dest bi parastina rewa kirine.

Derbarê birîndar û kuştiyan de ti agahiyek nehate standin.

Herwiha li gorî agahiyan li parêzgehên Esfehan, Elburz ên li navenda Îran û parêzgeha Loristan û Kirmanşan ya Rojhilatê Kurdistanê jî welatî daketine qadan û xwepêşandan kirine.

Li bajarê Elîguderz ya parêzgeha Loristanê, dijî desthilatê xwepêşandanek mezin hatiye kirin.

Gorî agahiyan hêzên rejîmê bi awayek raste rast gule berdane xwepêşanderan.

Li vir tê gotin 2 ciwan hatine kuştin û gelek kes jî birîndar bûne.

Li gorî dîmenên ji Kirmanşan, xelkê herêmê li gelek taxên bajêr dijî desthilatê û piştgiriya ji bo xelkê Xuzistanê dest bi xwepêşandanê kirine.

Li vir jî hêzên rejîmê ji bo xwepêşander belav bibin gule berdane.

Amnesty: Di xwepêşandanên li Xuzistanê de 8 kes hatine kuştin

Her wiha Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty İnternational) derbarê xwepêşandanên li Xuzistanê de raporek belavkir.

Rêxistinê da zanîn, 8 kes ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine kuştin.

Çalakî û nerazîbûnên aştiyanebûn, xwepêşanderan ti metirsiyek li ser hêzên rejîmê çênekirine ku êriş li ser wan bê kirin.

Back to top button