Eren Keskîn: Zimanê dewletê yê tund, cihêkar û nijadperest van êrîşan zêde dike

Li dijî êrîşên nijadperest yên li dijî Kurdan nerezîbûnên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zêde dibin.
Sazî û rêxistinan da zanîn ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê ev êrîş zêde dibin û ew ê li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin.

Li dijî êrîşên nijadperest yên li bajarn Tirkiyê ku beriya çend rojan li dijî Kurdan pêk hatin û di encamê de kesek hate kuştin û gelek birîndar bûn, sazî û rêxistinên li Bakurê Kurdistanê nerazîbûn nîşan dan.

Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn diyar kir ku ev êrişên têne kirin polîtîk in û ji ber zimanê dewletê yê tund û nijadperest ev êrîş zêde dibin.

Eren Keskîn destnîşan kir ku sedema bêcezahiştina berpirsên êrîşan ew e ku dadger û dozger van êrişan li ser bingeha nijadperestiyê nanirxînin û di asta bûyerên edlî de dibînin.

Platforma zimanê Kurdî: Nijadperestên Tirk hebûn û nirxên Kurdan napejirînin

Platforma Zimanê Kurdî jî bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşên nijadperset şermezar kir.

Platformê anî ziman ku nijadperestên Tirk hebûn û nirxên Kurdan hîna jî napejirînin û siyaseta wan li ser pişaftina Kurdan ava dibe.

Platformê daxwaz ji kurdan kir ku xwedî li doz û zimanê xwe derkevin.

Tora Ziman û Çanda Kurdî: Em ê li hemberî van êrîşên nijadperest bêdeng nemînin

Tora Ziman û Çanda Kurdî jî , bi daxuyaniyekê bêdengiya dewletê ya li dijî êrişan şermezar kir.

Tora Ziman destnîşan kir ku di sedsala 21’emîn de li Tirkiyê kurd ji ber ku bi kurdî diaxivin rastî êrîşên nijadperest tên.

Tora Ziman da zanîn ku kiryarên van êrîşên nijadperest ên dijî gelê kurd û zimanê kurdî pêk tên ji aliyê dadgeh û daraza Tirkiyê ve bê ceza dimînin.

Tora Ziman bêdengiya rayedarên dewletê ya li hemberî van êrîşên şermezar kir û teqez kir ew ê tu car li hemberî van êrîşên nijadperest bêdeng nemînin.

Platforma Demokrasiyê ya Êlihê: Divê polîtîkayên bêcezahiştinê bên berdan

Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Elkê Beybûn Aslan jî li civîna Rêxistina Navçeya Êlkê diyar kir ku êrîşên nîjatperest ên li ser Kurdan encama polîtîkaya necazekirinê ye.

Hevseroka Rêxistina Navçeya Hezexê ya HDP’ê jî êrîşên nîjatperest şermezar kir û diyar kir ku ew ê li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin.

Platforma Demokrasiyê ya Êlihê jî têkildarî êrişan daxuyaniyek da û daxwaz kir ku ev êrîş demildest bi dawî bibin û polîtîkayên bêcezahiştinê yên dibin sedema van êrişan bên berdan.

Back to top button