Yekîtiya Rewşenbîrên Kurd li Helebê çalakiyek ji zarokên sêwî re li darxistin

Yekîtiya Rewşenbîrên Kurd ji bo zarokên komeleya sêwiyan ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê çalakiyek xêzkirina wêneyan, li darxistin.

Di roja cejna Qurbanê ya 4’ê de, Yekîtiya Rewşenbîrên Kurd ên Helebê ji bo dilşa-kirina zarokên sêwî tevlî çalekiyê bûn.

Di vê çalakiyê de bi qasî 15 Hunermend û Şêwekar beşdar bû.

Şêwekaran li ser dîwarê komeleya yê hundirîn wêneyên xweza, karîkator, her wiha wêneyên ji bo fêrbûna paqijiyê, xêzkirin.

Kesên ku tevlî vê çalakiyê bûn diyar kirin ku armanca wan ewe ku kêf û xweşiyê têxin dilê zarokên sêwî.

Hunermend Hesen Mihemed ku beşdarî çalakiyê bû bi tenbur û stranan dilê zarokan xweş-kir.

Back to top button