ÇETEYÊN DEWLETA TIRK ENDAMÊ PDK-S Ê LI EFRÎNÊ ELÎ RIDA BERDAN

Hêzên dagirkeriya Tirk ên bi navê “Polîsa Leşkerî” xwe didin nasîn, Mihemed Elî Rida serbest berda.

Elî Rida endamê Partî Demokratî Kurdistan-Sûriye (PDK-S) bû û 3 Nîsanê hatibû revandin.

Hat zanîn ku ji bo serbestberdana wî, hêzên dagirkeriyê fîdye ango pere ji Elî Rida xwestin.

Her wiha piştî rojekê ji girtina Elî Rida, serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Hisên Îbiş jî hat revandin.

Heya niha jî çarenûsa Îbiş nediyar e.

Leave a Reply

Back to top button