PIRTÛKA RÊBER OCALAN LI SWÎSREYÊ TÊ NASANDIN

Nêrîn û fikrên Rêber Ocalan li Ewropa belav dibe. Bergê 2’emîn ê Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk ku bi zimanê Almanî hatiye wergerandin, li Swîsreyê tê nasandin.

Bergê 2’emîn ê Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk ku ji parêznameyên Rêber Ocalan hate amadekirin û bi zimanê Almanî hate wergerandin, li Swîsreyê bi civînan tê nasandin.

Bi vê armancê li salona civînê ya Zanîngeha Baselê civînek hate lidarxistin û wergêrê pirtûkê Reimar Heider pirtûk da nasandin.

Heider ku endamekî însiyatîfa “Freedom For Ocalan” e, gelek pirtûkên Ocalan wergerandiye Almanî.

HEÎDER: DIVÊ NÊRÎNÊN OCALAN BÊN BELAVKIRIN

Heider bal kişand ser tecrîdê û grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê û diyar kir, di vê pêvajoyê de hîn bêhtir pêwîstî bi belavkirin û bihîstina nêrînên Ocalan heye.

Pirtûka Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk wê îro li bajarê Zurichê, sibe jî li bajarê Bernê ji aliyê Heider ve bê nasandin.

Leave a Reply

Back to top button