Desteya Aborî ji bo kirîna garisê zer hezar û 100 lîreyên Sûrî diyar kir

Desteya Aborî û Çandinî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî nirxê garis diyar kir.

Piştî civîna ku di navbera Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweser û Desteya Aborî û Çandinî re pêk hat,nirxê her kîloya gariz bi hezar û 100 L.S hate diyar kir.

Hevserokê Desteya Aborî û Çandinî ya Rêveberiya Xweser Selman Barûdo axivî û diyar kir ku ev civîn bi armanca diyarkirna nirxê guncaw ji bo garisê zer hate lidarxistin ji ber ku li herêmê garis di asta duyemîn de ye.

Selman Barûdo anî ziman ku li herêmê garis xwedî giraniyeke mezine û wiha got,

“Kargeheke me ya givaştina garisê zer li Reqayê heye, hêza wê heta 54 ton jî dikare di saetekê çêke.”

Back to top button