Tirkiye..Dolar derket 9,85 TL û rekorek din şikand

Polîtîkayên Erdogan, lîreyê Tirkiyê li pêşberî pereyê cîhanê bênirx kiriye.
Rojane asra rekorên nû tên bihistin.
Piştî fermana daxistina faîzê ya Erdogan û geşedanên piştî wê dolar bi rekorê dest bi hefteyê kir û derket 9,85 TL’yan.

Fermana Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan a ji bo daxistina faîzê û geşedanên piştî wê bûn sedema helandina lîreyê tirk.

Di bazara serbest de dolar bi 9,73’an dest bihefteyê kir û derket dora 9,80’an.

Di saetên şevê de rekor şikand û heta 9,85’an jî bilind bû.

Di saetên serê sibehê de hinek kêm bû daket 9,73 TL’yan.

Li aliyê din bankayên cemawerî jî piştî biryara daixstina faîzê ya Bankaya Navendî, li gorî berhem û demê rêjeyên xwe yen faîzê daxistin.

Her sê bankayên cemaweriyê bi daxuyaniyeke hevpar raginandin ku ji 22’ê Cotmehê ve rêjeyên xwe yên faîzê heta baza 200 puanî daxistine.

Back to top button