Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, îro dîsa herêm topbaran kirin.
Gundên Til Temirê û gundên Şehbayê hatin topbarankirin.
Dewleta dagirker û çeteyên wê bi çekên giran û bi dijwarî gundê Til Şenan û gundê Til Cuma yên Til Temirê topbaran kirin..
Di encamê de, ziyaneke mezin gihaşte mal û milkên welatiyan..
Dewleta Tirk û çeteyên wê, gundê Zêwaniyê yê herêma Şehbayê jî bi çekên giran topbaran kir..
Li Kobanê jî, balafirên keşfê yên dagirkeriyê li asîmanê bajêr û raserî sînorê Bakurê Kurdistanê geriyan.
Hêjayî bibîrxistinê ye 23’ê Cotmehê balafireke bi çek ya bêmirova a dewleta Tirk li Kobanê erebeyek bombebaran kir ku di encamê de 3 şervanên QSD’ê şehîd bûn…