Di nava 24 saetan de li Rûsyayê derdora 1200 mirov mirin

Pêla 4’an a vîrûsa Koronayê, Avrupaya Rojhilat û bi taybet Rûsyayê daye ber xwe.
Tenê di nava 24 saetên dawî de li Rûsya derdora 1200 kesî jiyana xwe ji dest da.

Ev demeke li Rûsyayê hejmara pêketî û qurbaniyên vîrûsa Koronayê her di asta rekorê de ne..

Her çendî belavbûna pêla çara a vîrûsê beriya çend hefteyan bi bandor bû jî lê serok-dewlet Pûtîn bi banahneya ku wû bandorê li aboriyê bike, rê neda şidandina tedbîran.

Lewma wisa lê hat ku rojane hejmara miriyan zêde bû.

Li gorî daneyên fermî di nava 24 saetên dawî de bêtirî 40 hezar kesên nû bi vîrûsê ketin.

Her wiha hezar û 159 mirov jî jiyana xwe ji dest dan.

Ji ber vê rewşa xeter rêveberiya paytext Mosko biryar da ku ji bilî navendên pêwîst, her dever were girtin.

Ji roja vîrûs belav bûye li Rûsyayê 8 mîlyona û 400 hezar kes pê ketine.

Ji wan 234 hezar jî mirine.

Back to top button