​​​​​​​Desteya Ciwan û Werzîşê ya Firatê Pêngava “Na ji koçberiyê re” ragihand

Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Firatê bi daxuyaniyekê pêngava “Na ji koçberiyê re” ragihand.

Daxuyanî li pêşiya avahiya desteyê bi tevlibûna bi dehan endamên Desteyê hat dayîn.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

”Dewleta Tirk bi rêya şerê taybet dixwaze ciwan dûr axa wan bixe.

Ji bo wê jî her cûreyên qirêj bi kar tîne da ciwan dûrî çand û nasnameya xwe bikevin”.

Desteyê ji bo vê yekê jî di daxuyaniya xwe de pêngava ”Na ji koçberiyê re” ragihand.

Desteyê ji dewleta Tirk re got ”ti çiqasî şerê taybet li ser ciwanên me bimeşîne em bi qasî wê li hember te bisekinin”.

Di dawiyê de desteyê bang li ciwanan kir ku li hemberî van kirinên dewleta Tirk xwe birêxistin bikin.

 

 

 

 

Back to top button