Îranê dîmenê oparasyona keştiya DYA ew desteserkirî weşand

Îranê îro jî dimenê oparasyona rizgarkirina keştiya xwe ya DYA ew desteserkirî weşand.

Di dimenê ji aliyê rejîma Îranê ve hatî parvekirin de, ji kêliya despêka operasyonê û heta dawiya wê heye.

Di oparasyonê de helîkopter û keştiyên biçûk hatin bikaranîn.

Tîmên taybet yên Îranê ku bi helîkopteran daketin keştiyê, di nava demek kin de kontrolê digrin destê xwe.

Piştre jî bi xebatkarên keştiyê re di axivin û berê keştiyê didin xaka Îranê.

Doh televîzyona fermî ya Îranê ragihandibû ku DYA’yê li Deryaya Umanê dest danî ser keştiyeke barhilgir a petrola Îranê.

Piştî ku petrol valeyî tankereke din de bar kir, ew ber bi cihekî nediyar ve bir.

Artêşa Parêzvanên Şoreşê yê Îranê ragihandibûn ku wan keştî careke din vegerandine sînorên xaka welat.

Her wiha hate gotin, her çiqasî DYA xwestiye keştiyê vegerêne jî lê ji ber hêzên Îranê nekariye encamê bigre.

Back to top button