Ûkrayna: Rûsya nêzî 100 hezar leşker li sînorê me kom kiriye

Di demeke ku hêzên NATO li Derya Reş tevgera xwe ya leşkerî zêde kirî de Moskowa ketiye nav tevgerê.
Serokdewletê Ukrayna Volodîmîr Zelenski ragihand ku Rûsyayê nêzî 100 hezar leşker li ser sînorê wan bi cih kiriye.
Ji Amerîka û Brîtanya peyamên hişyariyê hatin dayîn.
Brîtanya eşkere piştevaniya xwe ya ji bo Kîevê ragihand û got,
Ger şerek li herêmê pêk were ew amade ne destwerdanê bikin.
Amerîka jî dibêje divê Rûsya armanca xwe zelal bike.

Piştî bêdengiyek demkurt ya li sînorê Kîev û Moskowê carke din tevgera leşkerî despê kiriye.

Serokkomar Volodîmîr Zelenskî di peyameke xwe de ku li ser înternetê hat weşandin wiha got,

“Hêvîdarim ku cîhan wê bibîne bê kî bi rastî aştiyê dixwaze, kî jî nêzî 100 hezar leşkerî li ser sînorê me bi cih dike.”

Moskow: Ti planek me ya êrişek li dijî Ûkrayna nîne

Liv û tevgera yekîneyên Rûs a li ser sînorê Ukraynayê rojên dawî ji aliyê gelek çavdêran ve weke amadekariya êrişeke gengaz a Moskowayê hate şîrovekirin.

Lê rayedarên Rûs nerazîbûn nîşan dan ku planeke wan a êrişeke bi vî rengî nîne.

Brîtanya: Di egeriya şerekê de em amade ne destwerdanê bikin

DYA û Brîtanya îdîa dikin ku Rûsya amadekariya dagirkirina Ukraynayê dike.

Brîtanya diyar kir ku eger şer biqewime ew amade ne ku dest li herêmê werdin.

Tê gotin ku ferman ji derdora 600 leşkerên Îngiliz re hatiye dayin ku ji bo biçin Ûkraynayê amade bin.

Berdevkê Kremlînê Dmîtrî Peskov diyar kir ku îdîayên têne kirin bêbingeh in û got,

“Rûsya gefê li kesî naxwe.”

DYA: Divê Moskow armanca xwe zelal bike

Wezîrê Karên Derve yê DYE’yê Antony Blinken got,

“Em daxwaza Moskowayê baş nizanin, lê belê em bi pîvanên lîstikê zanin.”

Antony Blinken anî ziman ku ew ji liv û tevgera ‘awarte’ ya li nêzî Ukraynayê bi fikar in.

Berdevkekî Pentagonê jî ragihand ku liv û tevgera leşkerên Rûs “mezin û berfireh e” û bang li Rûsyayê kir ku armanca xwe eşkere bike.

Back to top button