Rêxistinên Kurd ên li Fransa ji bo bîranîna 16 Mijdar’ê banga tevlîbûnê kir

Rêxistinên Kurd ên li Fransayê êrişa li dijî gora Hunermendê Kurd Ehmed Kaya hatibû kirin, şermezar kir û ji bo bîranîna 16 Mijdarê banga tevlîbûnê kir.

Rêxistinên Kurd ûn li Fransayê ragihandibûn ku nijadperestan êrişî gora Ehmed Kaya kirine û zerar dane kevirên gorê.

Li dijî vê êrişê gelek rêxistinên Kurd yên li Ewropayê nerazîbûn nîşandan.

Têkildarî mijarê Rêxistinên Kurdan gotin:

”Em vê êrişa kirêt û bê exlaqî şermezar dikin.

Em bang li hemû welatparêz, şoreşger û gelê xwe dikin ku di 16 Mijdarê di seet 14:00’an tevlî bernameya bîranînê bibin.”

Di daxuyanîyê de hate bi bîr xistin ku ev êrişa berîya bîranîna salvegera koça wî, nîşaneya hişmendîya 1999’an ne ku ew kiribûn armanc.

Hunermendê Kurd Ehmed Kaya ku ji ber zextan ji Tirkiyê derket, 16’ê Mijdara 2000’an li Fransayê jiyana xwe ji dest dabû.

Back to top button